Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Washington nexşe hene Pakistanê weka hevalbendeka ne endam di NATO ya nêzîk Emerîka bide nas kirin - 2004-03-18


Wezîrê Derve yê Emerîka Colin Powell gehîşte Kwêtê bo danustandina sebaret rewşa Iraqê û Rojhelata Naverast û rîforman li cîhana Erebî.

Berêz Powell li Islam Abadê got Washington nexşe hene Pakistanê weka hevalbendeka ne endam di NATO ya nêzîk Emerîka bide nas kirin tevî berdewamîya xem û puteyan sebaret belav bûna hêza navukî.

Li konfiranseka rojnamevanî piştî danustandina digel serokê Pakistanê Pervîz Muşeref li Islam Abadê iro pênçşembî, Berêz Powell got helwêstê nuî dê egereka giring be bo zêde kirina hevkarîya leşkirî di nîvbera herdû welatan de.

Wezîrê Emerîkî herwesa got, li kombuna digel berêz Muşeref û karbidestên dî yên bilind behsê pisên gelek giring kir.

Pirsa herî giring karên leşkirî bû ewên nuha têne kirin bo bi duv keftina tîrorîstên el-Qaîde û herwesa çalakîyên zanayên Pakistanê Ebdul Qedîr Khan û pênasîna wî sebaret ber dest kirina nepenî yên navukî bo Iran, Lybya û Korea Bakûr.

XS
SM
MD
LG