Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurd li Surya li malêt xwe dimînin jitêvla biçne derê û ahengê bi helkeftina newrozê bigêrin - 2004-03-21


Li duv gotinêt rêberê partîya çep ya Kurdî li Surya 1200 Kurd ku heftîya borî ji layê polîsê Surî hatyne girtin hatine azad kirin.

Lê ew dibêjin wî we bawere ku jimareka zêde hêş her girtîne û Kurd li Suryayê di tirsin ku ji layê hêzên parastina Surî bihêne girtin.

Ew dibêjin xelik her li nav malên xwe dimînin jitêvla biçine derve û ahengê bi helkeftina serê sala nuî ya Kurdî an newrozê bigêrin.

Hindek çavdêr rewşa bidengî jî di dene pênasîn her çende pêkdadan rawestay. Hijî gotinêye tundutîjî ya roja 12 adarê li nîv bera handerên Kurd û Ereb li yaryeka topanê dest pêkir.

Malpereka Kurdî jimareka vîdyoa li malpera xwe bilave kirye û nîşê didet ku polîsê Surî teqe li xwenîşanderan bê çekên Kurd diken li demê pêkdadanên heftîya borî. Hikumeta Surî nasnama Kurdî bigefê bo yekbuna nîştîmanî danêt.

Melayekê navdarê bisulmanan li Surya li demê nivêja heynî daxaza yekbunê kir û got çênabit Kurd wekî arîşe çêkir bihêne dîtin. Wî got çênabit çi kesek cudahîyê nav bera Kurd û Ereban bike li Suryayê.

Kurd li Iranê li roja şembî dest bi aheng gêranê bi helkeftina newrozê kir. Ahengên serê sala Kurdî li Turkyayê ji layê hikumetê hatye bind kirin ku jimara Kurdan li wî welatî digete 15 milyon kesa.

XS
SM
MD
LG