Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberê Elbanî li Kosovo mixabinîya xwe dyar kir li ser zêde gavî yêt ku dijî Sirban hatîne kirin li heftîya borî. - 2004-03-22


Rêberê Elbanî li Kosovo mixabinîya xwe dyar kir li ser zêde gavî yêt ku dijî Sirban hatîne kirin li heftîya borî û 28 kes hatîne kuştin.

Di heman wexit da ku ew dever di rojeka behîyê daye jiber kuştina wan kesa, Serok Wezîrê Kosovo, Bajram Rexhepi, ku bi resen Elbanîye soz da ku tola wê zyanê bideteve lê got ku gyanêt qurbanîyan na vegerêneve.

Serok Wezîr û Birêveberê Netewên Yêkgirtî li Kosovo, Harri Holkeri, li ser wan xanya geryan ku hatîne sotin û talan kirin li Pristina paytext.

Serokê Kosovo yê Elbanî Ibrahim Rugova soz da ku bernamêt ava kirnevê bo sirbêt mişext danêt, lê dysan daxaza serxwe bûnê bo Kosovo kir.

Bi Alîyekê dîve, Sikirtêrê Giştî yê NATO, Jaap de Hoop Scheffer, biryare bigehite Kosovo da digel rêberêt xwecihî baxivit û li ser hêzêt aştîyî-parêz bigerêt.

XS
SM
MD
LG