Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li roja sêşembî bi kêmîve dû hêriş dijî polîsêt Iraqî hatîne kirin - 2004-03-23


Li Iraqê raport radigehînin ku bi kêmîve dû hêriş dijî polîsêt Iraqî li roja sêşembî hatîne kirin.

Ajansa peyamêt Royters li ser zarê karbidestekê polîsa li bajêrokê el-Miseyib li başûra Bexda vegêrave dibêjit çar efserêt polîsa û pênc şagird ku fêrî karê polîsa dikirin bi teqe kirina çekdara hatine kuştin li tenîşt pasekê ra derbaz buyin û polîs di birine bingehê wan.

Berî hingî li bakûra Iraqê karbidesta got dû polîs hatine kuştin û dû jî biryndar bûn demê hindek çekdara di ûtêlekê da teqe li wan kirî û derbaz buyin li bajêrê Kerkukê.

Bi sedan polîs û kesêt dî yêt Iraqî ku digel hevalbenda kar diken bi hêrişêt xirapkaran hatîne kuştin.

XS
SM
MD
LG