Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikumeta Efghanistanê pitir hêza tinêrîte bajarê Hîrat - 2004-03-23


Hikumeta Efganistanê pitir hêzêt xwe tinêrîte bajarê Hîrat li rojava Efghanistanê û destudarê navbera tîreyêt Efghanistanê teşene bûye piştî şer û pêkdadana ku jimareka kesan hatîne kuştin.

Karbidest dibêjin bi kêmîve 1500 serbaz hinartîne Hîrat. Berî hingî 500 serbazêt ku Emerîka fêr kirîne bo leşkirê Efghanistanê hinartibûne wêrê.

Wezîrê berevanîyê Qasim Fehîm û Wezîrê navxû Alî Ehmed Celal, herdû çûne wê deverê bo vekolînê li ser destudarî.

Roja yêkşembî şer li Hîrat qewimîn piştî kuştina wezîrê hatinuçona Heway ya Efghanistanê, Mîr Weyis Sadiq, kurê Fermandarê devera Hîrat Ismaîl Xan. Hêşta egerêt kuştinê nehatîne dyar kirin.

XS
SM
MD
LG