Lînkên eksesibilîtî

Çaverê nahête kirin jimara resmî ya kuştîyên peqîna şemendefera Medrîd zêdetir bibit - 2004-03-23


Ispanya termêt 190 kesa dayne nasîn yêt ku di peqandina şemendefera Medrîd da hatîne kuştin û dibêjit renge ku jimara giştî zêdetir nebît.

Karbidestên nasandina terma iro gote peyamhinêran ku çaverê nahête kirin jimara resmî ya kuştîyan zêdetir bibit çunkî paşmayên terma ku hatîne kom kirin nahête nasandin.

Raportên dest pêkê gotibû ku 202 kes di wê hêrişê da hatibûne kuştin û nêzîkî 1800 biryndar bibûn.

Bi alîyekê dîve dadyarekê Ispanî ferman daye ku çar bergumanên dî di girtîxanê da bimînin. Heta nuke 9 berguman birîne dadgehê û dadyar biryar daye ku her di girtîxanêda bimînin.

XS
SM
MD
LG