Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka iro seredana Lîbya Dike


Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka William Burns iro gehîşte Trablus ku dibe yêkemîn karbidestê mezin yê hikûmeta Amerîkî diçe serdana Lîbya bi dehan salên borî da. Ev seredane nîşannt guherîna têkelîyên navbera her du welatan e.

Karbidestên Amerîkî dibêjin piştî rêberê Lîbya Muamer Qezafî li meha 12 ragihandî ku dê dest ji bernamêyên xwe yên çekên navokî û kîmyayî berde, ihtîmal heye ku têkîlîyên her du welatan baştir bibin.

Li meha borî rêveberîya serok Bush berbendkirin li ser hatin û çûna Amerîkîyan bo Lybya rakir, ku eve 23 sale hatîye danan û got ku hebuneka dîplomasîya adetî li paytexta Lîbya heye.

XS
SM
MD
LG