Lînkên eksesibilîtî

Rêberê nuyê Hemas li Xezze soz da ku komela wî dê tolê ji Israelê veke. - 2004-03-24


Leşkirê Israelî berdewame li ser karên xwe yên serbazî li Kerta Xezze. Demekê zû iro çarşembî tankên Israelî bi piştevanîya helîkopterên şerî keftin kempekê penaxwazên Felestînî.

Dû xanî heraftin û şer digel milîtana kir. Karbidestên leşkirê Israelê dibêjin ew kiryar bi mebesta paqij kirina herêmekê bû dihate bikar înan ji alîyê çekdarên Felestînîve bo hêrişan li ser akincîgehên cuhîyan.

Bi alîyekê dîve hêzên Israelê dû Felestînî kuştin û dibêjin wan hewil dida bikevin akincîgeha Morag ya Cuhîyan li Xezze.

Hêzêt parastina Israelê di jêr huşdarîyeka tund dane ewey roja dûşembî wan rêberê olî yê komela Hemas Şêx Ehmed Yasîn kuştî.

Rêberê nuyê Hemas li Xezze, Ebdul Ezîz el-Rentîsî, soz da ku komela wî dê tolê ji Israelê veke.

XS
SM
MD
LG