Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Termê dû karbidestên hikumeta Pakistanê hatine vedîtin ku berî nuke li vê mehê hatibûne revandin - 2004-03-30


Karbidestêt Pakistanê dibêjin wan termên dû karbidestên hikumetê dîtineve ku berî nuke li vê mehê hatibûne revandin demê hêrişên leşkirî dijî bergumanên el-Qa'îde nêzîkî tuxubê Efghanistanê dest pêkirî.

Karbidesta got roja dûşembî herdû terim di nav kurkekê da nêzîkî Wana dîtineve ku bajêrokê serekîye li devera nîv otonomî Wezîristanê.

Wan got cihê gulle li terma hebun ku li serî û li sîngî dabûn. Hêrişên leşkirê Pakistanê roja yêkşembî bi dumahî hatin.

Leşkir dibêjit 63 bergumanêt tîrorîst û nêzîkî 50 serbazêt hikumetê di wan hêrişada hatine kuştin. Herwesa dibêjit 163 milîtan, 73 ji wan byanîne, hatîne girtin.

XS
SM
MD
LG