Serokê Taywanê Chen Shui-bian nameyek da dadgeha bilind û daxaz kir ku careka dî dengêt helbijartinêt serokatîyê bênev jimartin ku ew bi piranyeka kêma denga serkeftî.
Peyvdarekê rêzdar Chen Shui-bian got serokî iro ew name da dadgeha bilinda Taywanê ku dinêtrît daxaza alîyê hev rik ku serkeftina rêzdar Chen rabigrît.
Partîya hevrik, partya Nîştimanî, dibîjit ne rêkêt helbijartina hebûn û 330 deng ne qanunî bûn. Rabîrîya helbijartina li Taywan dibêjit renge heta dû roja deng bete jimartin heke biryar hate dan ku careka dî bêne jimartin.