piştî şer û pêkdadaneka giran nav bera hêzêt tenahî û tîrorîstan li Ozbekistanê ku çil qurbanî bi duv da man, karbidest li ser wê radgehînin ku 30 berguman desteser Kirine.
Karbidestan li Taşkend haşa û mandel li ragehandina raporta ajansa dengubehsêt ITAR-TASS kir lê got polîs li nav dervey paytextî li karê lêgeran bi duv bergumanan berdewamin.
Duhî sêşembî karbidestêt ozbek ragehandibûn ku di hêrişeka dijî tîrorê li rex û dormandorêt paytextî nêzîkî 20 tîrorîstêt berguman li gel sê efserêt polîsan hatine kuştin.
Kiryarêt dijî tîrorê ji alîyê hêzêt tenahya Ozbekistan dest pêkirin piştî peqînkarîyêt Taşkend û Buxara li roja yêkşembî û dûşembî ku 19 kes bûne qurbanî yêt wê.