Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrêt welatên endam di OPEC da dê li ser biryara xwe bo kêm kirina berhemê kersteyêt sotinê mînin - 2004-03-31


Wezîrêt welatên endam di OPEC da razî bûne her li ser biryara xwe bo kêm kirina berhemê kersteyêt sotinê bimînin herçende ku ji alîyê welatên dî ruî bi ruî rexne yêt tund dibin û bihayê benzînê li Emerîka bilind bûye.

Iro çarşembî wezîrêt endam li kombûna xwe li Vienna biryar mohir kir ku berhemê neftê bo %4 kêm bikin ku dibite 1 milyon bermîl di rojê da.

Peyvdarekê Seraya Sipî got Serok Bush gelek di xema bilind bûna bihayê benzînê daye û ji OPEC dixazit ku berî li her bizavekê bigirit ku bibite egerê têkdana tenahya abûrî ya Emerîka.

XS
SM
MD
LG