Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmareka Iraqîyan li Feluce xwenîşandan kir piştî termêt çend kardarêt byanî hatîne sotin - 2004-03-31


Hejmareka Iraqîyan li Feluce xwenîşandan kir piştî termêt çend kardarêt byanî hatîne sotin ku êdî nedihatine nasîn. Ew çar kes hatine sotin piştî hêriş li otumbêlêt wan hatine kirin û agir berbuyê. Bajêrokê Feluce yêke ji bingehêt dijî dagîr kirina leşkerî ya birêveberî ya Emerîka.

Piştî sotina wan otumbêla bikêmî termêt dû kesêt dî hatine dîtin ku li ser pirekê hatibûne helwastin. Li ser vê çendê li Bexda Jeniralê Emerkî Mark Kêmît gote rojnamevana: "li duv zanîna me çar kes diwan dû otumbêla da bûn. Ka wan li wêrê çi dikir, ez nizanim. Her wekû gelek kardara wan jî berpirsyarî li welatî hene."

Bi alîyekê dîve li bakûr 5 serbazêt Emerîka hatine kuştin demê bumbeyek li bin zirîpuşa wan peqî.

Li Washington peyvdarê Seraya Sipî ew hêriş bi hêrişêt dirinde dane nasîn û got armanc ji wan hêrişa ewe ku rêkê li vegerandina deshelata qanunê li Iraqê bigirin lê wî sozda ku ew bizav ser nakevit.

Alozkarîya iro qewimî dû roja piştî ku karbidestekê Netewên Yêkgirtî huşdarî day ku berdewam bûna alozkarîya gefene li ser helbijartinêt Iraqê yêt ku biryare li serê sala bêt bêne kirin.

XS
SM
MD
LG