Lînkên eksesibilîtî

Melayekê serekî yê Şî'an li Lubnanê nerazî bûna xwe dyar kir li ser kuştina Şî'a ji alîyê hêzêt hevalbendave. - 2004-04-05


Ayetulah Şêx Muhemed Husên Fedilelah ku melayekê serekî yê Şî'eye li Lubnanê nerazî bûna xwe dyar kir li ser kuştina Şî'a ji alîyê hêzêt hevalbendave. Û dibêjit ev kuştine nyazêt Washington dyar diket li Iraqa piştî şerî.

Li Beyrutê Ayetulah Şêx Muhemed Husên Fedilelah ji welatêt Erebî û Islamî xast da piştevanîya gelê Iraqê biken da bigehine azadîyê û dadperwerîyê li du gotina wî.

Pitir ji 50 Iraqîyan û neh serbazêt hevalbenda birêveberîya Emerîka roja Yêkşembî di lêkdadana da hatine kuştin û bikêmî 200 kesêt dî biryndar bune di lêkdana da digel hêzêt Emerîkî.

Piranya wan kesan piştevanêt melayê Şî'e Muqteda El-Sedir bûn ku roja yêkşembî ji piştevanêt xwe xastî da dujminî bitirsînin çunkî xwenîşandan çi egera naket li du gotina wî.

XS
SM
MD
LG