Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bikêmîve heft serbazêt Emerîkî di pêkdadanêt dû rojêt borî da hatyne kuştin - 2004-04-06


Leşkirê Emerîkî li Iraqê dibêjit bikêmîve heft serbazêt Emerîkî di pêkdadanêt dû rojêt borî da hatyne kuştin. Belavnameka leşkirî dibêjit çar serbazêt Hêza Behrî ya Emerîkî roja dûşembî hatine kuştin demê bi karubarêt parastinê radibûn li parêzgeha Enbar ku bajêrokê Feluce dikevîte wê deverê.

Hêzêt Emerîkî hemî rêkêt hatinuçonê bo Feluce girtîne û xwe amade diket bi kiryareka berfireh liwêrê. Û li Bexda belav nameka leşkirî dibêit sê serbazêt Emerîkî di sê hêrişêt cuda da roja dûşembî û sêşembî hatine kuştin.

Bi alîyekê dîve li Nasirye li başûra Iraqê 15 Iraqî hatine kuştin û yazde serbazêt Italî biryndar bûn di lêkdanada nav bera hêzêt Italî û piştevanêt çekdar yêt melayê tund rê yê Şî'an Muqteda el-Sedir.

XS
SM
MD
LG