Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Balyozê Emerîkî li Efghanistanê huşdarî daye ku tivya Pakistan cihêt hewandina tîrorîsta li devera tuxubî nehêlin - 2004-04-06


Balyozê Emerîkî li Efghanistanê huşdarî daye ku tivya Pakistan cihêt hewandina tîrorîsta li devera tuxubî nehêlin an jî hêzêt birêveberya Emerîka dê çine deverê bo bicih înana wê mebestê. Zalmay Xelîl Zad ev têbînîye roja dûşembî li Washington dan û got ku Emerîka gotye rêberêt Pakistanê tivya vê giriftarîyê çareser biken an jî em bixwe dê wê kiryarê keyn, li du gotina balyozî. Herwesa got ya bizehmete ku giriftarêt parastinê li başûr û rojhelata Efghanistanê bidumahî bên hetaku ew hewangeh nehêne jinav birin. Lê rêzdar Xelîl Zad got ku Emerîka pê xweştire ku Pakistan bixwe vê kiryarê biket û bingehêt el-Qîde û Taliban nehêlît û hikumeta Islam Abad hevbîre digel vê boçunê.

XS
SM
MD
LG