Lînkên eksesibilîtî

Dadgeheka Elmanî bi tinê tawanbarê peywendî hey bi hêrişên 11 Siptemberê li Emerîka azad kir - 2004-04-07


Li meha 2 şubata sala 2003 Munîr el-Mutesediq bi esil Mexribî bo demê 15 sala zîndan hatibû hukim kirin bi tawana ber dest kirina alîkarîya locistîkî jibo yek ji endamên şaneya el-Qaîde li Hamborg. Belê dadgeha pêdaçonê li meha borî biryar da ku dadgeh kirina wî ya yêkê ne rewa bû çinku hikumeta Emerîkî razî nebû vekolîn bêt kirin digel şahidên serekî ku di zîndanên Emerîkî dane. El-Mutesediq iro çarşembî hate azad kirin belê divêt ji Hamborg dernekevit jibo dadgeheka dî ya nuî.

XS
SM
MD
LG