Lînkên eksesibilîtî

Xelkê Ruwanda bîrhatina dehê ya dest pêkirina cînosayda sala 1994 dikin - 2004-04-07


Bi sê deqîqeyên bê dengîyê xelkê Ruwanda bîrhatina dehê ya dest pêkirina cînosayda sala 1994 dike. Hatye texmîn kirin 800 hezar kes ji kêmanya nijadê Tutsî û dostên wan yên Hutu ji alîyê tundrêyên Hutuve hatine kuştin. Iro çarşembî xelkê Ruwanda li ser girekê nêzîk Kîgalî ya paytext lêk civyan jibo veşartina paşmaya sedan qurbanîyên van dawyan hatine dîtin di goreka giştî de. Ji bilî hindê muzexanek jibo bîrhatin û dakyomant kirina wê kuştina giştî hate vekirin. Serek wezîrê Belcîkî û jimareka serokan ji welatên Efrîkay amadey bîr hatinê bûn.

XS
SM
MD
LG