Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêveberê Emrîkî li Iraqê Paul Bremer, wezîrekê newî yê navxue bo Iraqê dîyar kir - 2004-04-09


Rêveberê Emrîkî li Iraqê Paul Bremer, wezîrekê newî yê navxue bo Iraqê dîyar kir.

Rêzdar Bremer got Semîr Al Sumaîdeî ko sunîye u sîyastvanekê serbixueye u endamekê civata rêvebirna Iraqêye buye wezîrê navxue u dê cihê Nurî Bedran girit ko şîaye u roja Pêncşembî karvekêşana xue dabo.

Rêzdar Bremer herwisa ragehand ko Muafeq Al Rubaîe ko endamekê şîaye u serbixuîe li civata rêvebirna Iraqê dê bîte şîretvanê parastina nîştîmanî ko eve cara êkêye li Iraqê kesek bo vî karî tête danan.

XS
SM
MD
LG