Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dû polîsêt taybetî yêt Elmanî li Iraqê dyar nînin - 2004-04-11


Wezareta Derve ya Elmanya dibêjit dû polîsêt taybetî yêt Elmanî li Iraqê dyar nînin ku renge hatîne kuştin. Peydareka wezaretê iro got ku gelek ihtîmal heye ku herdû kes di nav şerîda hatîne kuştin demê roja çarşembî digel karwanekê ji Bexda beref Urdun diçon. Lê got ku hêşta wezaretê çi pêzanînêt misoger li ser kuştina wan wer negirtîne. Elmanya bawer naket ku hatîne revandin wekû hevwelatêt hindek welatîyêt dî ku li heftya borî li Iraqê hatine revandin. Elmanya çi hêzêt çekdar li Iraqê nîne. Ajansa peyamêt Royters radgehînin ku polîsêt taybetî yêt Elmanya çobune balyozxana Elmanya li Bexda wekû pêkguhorîneka edetî li balyozxanê.

XS
SM
MD
LG