Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestêt Netewên Yêkgirtî li Afghanistanê di xema zêdegavîyêt vê dumahîyê dane yêt nav bera lordêt şerî li bakûra walatî. - 2004-04-11


Karbidestêt Netewên Yêkgirtî li Afghanistanê dibêjin ew di xemê dane li ser zêdegavîyêt vê dumahîyê nav bera lordêt şerî li bakûra Efghanistanê. Peyvdarekê Netewên Yêkgirtî got piştevanêt Jeniral Abdul Rashid Dostum roja şembî digel hêzêt lordekê dî yê şerî Eta Muhemed nêzîkî bajarê mezarêşerîf li bakûr bi şer hatin. Hêzêt Jeniral Dostum dibêjin bikêmî yêk milîtan hatîne kuştin. Bi alyekê dîve, li devera Faryab li bakûra Efghanistanê çar kes roja şembî biryndar bun di xwenîşandanekê da navbera piştevan û dijêt Jeniral Dostum. Jeniral Dostum li heftya borî ew dever bo demekê kurt kontrol kirbû heta ku hikumeta merkezî hêzêt xwe hinartîye wêrê.

XS
SM
MD
LG