Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çînê ji dest helatê li Iraqê xast da heft hevwelatîyên Çînî ku li Feluce kirîne rehîn rizgar biken - 2004-04-12


Çînê ji dest helatê li Iraqê xast da heft hevwelatîyên Çînî ku li Feluce kirîne rehîn rizgar biken ku li heftya borî lêkdanêt tund navbera hêzêt Emerîkî û xirapkarêt Iraqî li wî bajarî qewimîbun û ya dyare ku ev rehînêt Çînî pişkekin ji jimareka byanyan ku vê dumahîyê çekdaran li Feluce kirîne rehîn. Hatye ragehandin ku roja yêkşembî neh rehînêt byanî hatine berdan ji alîyê çekdarêt Iraqîve. Lê hêşta pitir ji 30 rehînêt dî mayne. Hêşta çi dyar nebuye li ser sê kesêt medenî yêt Japonê û şofêrekê kamyonê yê Emerîkî ku roja heynî hatibune revandin.

XS
SM
MD
LG