Lînkên eksesibilîtî

Dû serbazêt Emerîkî û heft kuntratçîyêt Emerîkî li Iraqê dyar nîne - 2004-04-12


Qomandarê hêzêt Emerîkî li Iraqê dibêjit dû serbazêt Emerîkî û heft kuntratçîyêt Emerîkî dyar nîne. Jeniral Ricardo Sanchez iro gote konfiranseka dengubasan ku wan kontratçîya bo kompanya Kellog, Brown û Root yêt kompanya Haliburton kar dikir. Ev kompanya hêz û têhnê û xizmet karîyê kontratçîya serekîye bo leşkirê Emerîkî li Iraqê. Karbidest dibêjin herdû serbaz roja heynî berzebûn piştî hêrişeka xirapkaran li ser karwanê wan nêzîkî firîngeha Navneteweya Bexda. Li Tokyo iro karbidestêt Japonê got ku wan hêşta çi pêzanîn li ser sê hevwelatîyêt xwe li Iraqê wer negirtye ku hatîne revandin û gefa kuştinê lê kirye.

XS
SM
MD
LG