Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Seoul li ser biryara xwe ye bo hinartina hêzêt pitir bo Iraqê. - 2004-04-12


Wezîrê Derve yê Korea başûr dibêjit Seoul li ser biryara xwe ye ku pitir hêzêt xwe binêrite Iraqê di ser hindê ra ku zêdegavî pitir bune. Wezîrê derve Ban Ki-moon dibêjit hikumetê pêgirtineka mukim heye li ser biryara xwe ku sê hizar serbazêt dî binêrite Iraqê da harîkarîyê biken bo avakirinevê li devera Kurda li bakûra Iraqê. Hinartina hêzêt Korea başûr buye babetek di helbijartinêt perlemanî da ku biryare roja pênçşembî bêne kirin. Partyeka hevrik dixazît ku careka dî hizra xwe biken li ser hinartina serbaza bo Iraqê. Li heftya borî Seoul hevwelatîyêt xwe berbend kirin ku biçine Iraqê piştî jimareka bizavkarêt olî yêt Korea başûr bo demekê kurt li Iraqê kir bune rehîn.

XS
SM
MD
LG