Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzêt Emerîkî li Iraqê harîkarekê melayê tundrê yê Şî'an desteser kir - 2004-04-13


Hêzêt Emerîkî li Iraqê harîkarekê melayê tundrê yê Şî'an desteser kir ku milîtanêt wî şerê hêzêt hevalbenda dikir li jimareka bajarêt Iraqê. Raportêt dengubasan dibêjin serbaza Hazim Al-Araji desteser kir demê da ji hutêla Felestîn derkevît û pisyar û vekolîn digel hate kirin lê hêşta leşkirê Emerîkî çi têbînî li ser girtina wî nedaye. Rêzdar Al-Araji nunerê melayê Şî'an Muqteda El-Sedire ku leşkirê Emerîkî li duî girtina wî digerêt. Bi alyekê dîve, raportêt dengubasan dibêjin hêlîkoptereka Emerîkî hatye dîtin demê agir pêvebû li dervey Feluce ku hêzêt Emerîkî zêrevanya rawestandina şerî diken dijî xirapkaran. Hêşta destudarê bajêrî ruhin û xuya nebuye û leşkirê Emerîkîjî çi têbînî li ser nedaye.

XS
SM
MD
LG