Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Bush dibêjit ew û serok Mubarek pêşnyaza Israelê bo rakirina akincîgehêt Israelî li devera Xezze bi pêngaveka baş dizanin - 2004-04-13


Serok Bush dibêjit ew û serok Mubarek pêşnyaza Israelê bo rakirina akincîgehêt Israelî li devera Xezze bi pêngaveka baş dizanin. Lê bitinê rêk bo aştîyeka berdewam cih bicih kirina nexşa rêkêye bo aştîyê ku Emerîka pêşnyaz kirye.

Serok Bush got: "Em herdû hevbîrîn heke Israel biryarê bidet xwe vekêşit çi egera nakete ser nexşa rêkê bo aştîyê, lê parçeke ji wê nexşê. Vêca em dê berdewam bîn li ser pêşveçonê berev çareya hebuna dû welata."

Serok Mubarek pêxweşîya xwe li ser pêşnyaza Israelê dyar kir lê dysan rijtî kir ku tivya her pêngavek parçeyek bît ji nexşeka giştî bo rêkeftineka aştîyê.

Serok Mubarek got: "Her vekêşanek ji deverêt dagîr kirî cihê supasêye, lê min we pêxweşe ku xwe vekêşan li du nexşa rêkê bo aştîyê bête kirin ku gelek giringe."

Li du nexşa rêkê ku Emerîka piştevanîyê lê diket dewleteka Felestînî heta sala 2005 bête damezrandin, wekû parçeyek ji rêkeftinekê ku Felistînî jî pênasînê bi dewleta Israelê biken. Rêzdar Bush dibêjit tîrorîst gefa li nexşa rêkê diken û bizavê diken wê nexşê rawestînin.

Li du nexşa Serok Wezîrê Israelê Ariel Sharon dê 21 akincîgehêt Israelê li devera Xezze hêne rakirin. Lê bitinê dê hindekêt kêm li Kenara rojava mînin. Serok Bush dibêjit ew dê pitir li ser vê pirsê axivit demê roja çarşembî digel rêberê Israelê li Washington kom dibin.

XS
SM
MD
LG