Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nunerê Netewên Yêkgirtî li Iraqê piştraste ku hikumeteka Iraqîyan ya berpirsyar li 30 meha 6 dê hête pêk înan - 2004-04-14


Nunerê Netewên Yêkgirtî li Iraqê dibêjit ew piştraste ku hikumeteka Iraqîyan ya berpirsyar li 30 meha 6 hezîyanê dê hête pêk înan û desthelatê ji birêveberîya Emerîkî wer bigirit. Di axiftnekê da li Iraqê iro çarşembî Nuner Lakhdar Brahimi got bi vê awayê dê kongireya nîştimanî li destpêka meha 7 hête pêk înan bo şîret kirina hikumeta berpirsyara Iraqê bo demê helbijartinên qanunî amade bibit. Wî daxaz kir ra wergirtinêt qanunî li dumahya heyva yêk li sala 2005 bêne kirin û wekû qonaxeka gelek giringe li Iraqa paş şerî li qelem da. Herwesa huşdarî dan ku rewşa tenahîyê ya Iraqê divêt baştir bibit da ku helbijartin li wextê dyar kirî bête kirin.

XS
SM
MD
LG