Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezareta Derve ya Emerîka ji Iranê xastîye ku rolekê baş û bi eger bileyizit li tena kirina rewşa aloz ya Iraqê. - 2004-04-14


Hikumeta Iranê dibêjit Welatêt Yêkgirtî yêt Emerîka daxaza harîkarîyê ji Iranê kirye bo bidumahî înana pirsa tundutîjîya serheldayan li Iraqê û nunerê bilindê Iranê li Bexdaye bo danustandinên ligel endamêt hevalbenadya birêveberîya Emerîka û karbidestêt bilindêt oldarêt Iraqê.

Bizava wî dîplomatî iro roja çarşembî ji alîyê Tehranêve hate ragehanidin. Wezîrê derve yê Iranê Kamal Kharrazi negot ka peywendî ya wan gel karbidestêt Emerîkî li ser vê yêkê kengî buye, lê got peyahinêran ku bi rêka balyozxana Suwisra buye ku nuneratîya berjewendî yêt Emerîka li Iranê dikit ewey nemana peywendî yêt wê yêt dyplomatî ligel Washington piştî şoreşa Islamî ya sala 1979 ê.

Wezareta Derve ya Emerîka ji Iranê xastîye ku rolekê baş û bi eger bileyizit li tena kirina rewşa aloz ya Iraqê. Karbidestekê bilind got Washington li dijî daxaza Birîtanya nebû li vê dumahîyê ku ji Iranê xast navberîyê biket li wan tundutîjîyên nav bera Hevalbendîya Birêveberîya Emerîka û Shî'êt Iraqê.

XS
SM
MD
LG