Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zanayekê olî yê bilind yê sunnî li Iraqê dibêjît, revînkaran walatîekê Çînî azad kir ko serê vê heftîyê revand bo - 2004-04-16


Zanayekê olî yê bilind yê sunnî li Iraqê dibêjît, revînkaran walatîekê Çînî azad kir ko serê vê heftîyê revand bo.

Muthanna Harith, endamê komîta zanayêt olî li Iraqê gote rojnamevana, welatîyê Çînî teslîmî balyozxana Çînê li Bexda hatîa kirin.

Berî hîngî 7 welatyêt Çînê hatbone azad kirin demekê kurt piştî revandin. Revînkaran li Iraqê hêşta bi dehan welatîyêt bîyanî ne berdayne ko êk li wan walatîyekê Danimarkye ko evro hate revandin.

Roja Pêncşembî 3 rehînêt Japonî hatine azad kirin. Lê revînkara, rehînekê Italî koşt. Her li roja Pêncşembî, çekdarêt nasnekirî li Bexda, diplomatekê Iranî yê karobarêt Çand u koltorî u Ragehandinî koşt.

XS
SM
MD
LG