Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Iraqê 10 serbazên Emerîkî û bi dehan xirapkar hatine kuştin - 2004-04-18


Li Iraqê 10 serbazên Emerîkî û bi dehan xirapkar hatine kuştin. Pênc ji serbazên Emerîkî ji hêza Behrîne ku di şerekê dirêjda nêzîkî tuxubê Surya hatine kuştin. Leşkerê Emerîkî dibêjit ew şer nêzîkî Xesîbye qewimî û navbera 25 heta 30 xirapkaran hatine kuştin di şerekê da ku 14 se'eta kêşay. Wî şerî dest pêkir piştî hêrişekê li ser desteyeka nobedarya Emerîkî û hêzeka piştevanîyê bi nobedarya helîkopterên Emerîkî keftne ber hêrişê. Telefizyoneka Erebî got ku hêzên Emerîkî rêkên rexêt bajêrî kontrol kirîne. Li başûra Iraqê sê serbazên Emerîkî roja şembî hatine kuştin piştî hêrişekê li ser karwanê wan hatye kirin nêzîkî bajêrê Dywanye. Û dû serbazên dî di ser hatinêt cud da hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG