Lînkên eksesibilîtî

Serok Wezîrê Australia dibêjit hêzêt welatê wî dê li rojhelata naverast mînin hetaku karê ji wan hatiye xastin bi dumahî bînin - 2004-04-19


Serok Wezîrê Australia dibêjit biryara Ispanya bo vekêşana hêzêt xwe ji Iraqê pêgirtina hikumeta wî naguhorit bo mana hêzêt wan li rojhelata naverast. Australia nêzîkî 850 serbaz li Iraqê û li dewruberêt Iraqê hene. Serok wezîr John Howard dibêjit hêzêt Australia dê li herêmê mînin hetaku karê ji wan hatiye xastin bi dumahî bînin. Roja yêk şembî di hevpeyvînekê da li radyoyê Ahmad Chalabi endanê civata rêvebirina Iraqê riştî li Australia kir hêzêt xwe li Iraqê bihêlit. Rêberê patya Kargeran ya hevrik li Australia Mark Latham sozdaye ku heta dumahya heyva 12 hêzêt Australia ji Iraqê bêne vekêşan heke partya wî helbijartinêt berî dumahya salê serkevit

XS
SM
MD
LG