Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çekdarêt eşîretêt Pakistanê berdewamin li geryana xwe li duî milîtanêt byanî yêt berguman - 2004-04-19


Çekdarêt eşîretêt Pakistanê yê li duî milîtanêt byanî yêt berguman digerên li demê ku muleta hikumetê li roja sêşembî dê bi dumahî hêt ku bo rêberêt eşîreta dyar kirye û ji wan xastye berî kiryareka leşkirî bête kirin yan mlîtana derbêxin yanjî wana teslîm biken. Hêzeka ku ji 2000 çekdarêt eşîreta pêk têt roja yêkşembî kiryara lêgerînê li duî milîtanêt byanî li wê devera nîv otonomî li nêzîk tuxuvê Pakistanê dest pêkir. Karbidestêt wê deverê dibêjin bo peyda kirina milîtanêt el-Qaîde û Taliban hêriş ser hindek xanîya li gunda hate kirin û hatine sotin.

XS
SM
MD
LG