Serok Bush balwêzê Emerîka li Netewên Yêkgirtî John Negroponte wekî balwêzê Emerîka li Iraqê destnîşan kir. Serok Bush iro got ew dizanit ku berêz Negroponte dê karekê baş ket li Iraqê. Berêz Negroponte dê piştî roja 30 meha şeş li Iraqê dest bi karî ket, ewjî demê veguhastina serweriyê bo Iraqîyan. Hijî gotinêye, destnîşan kirina wî divêt ji layê Seneta Emerîkî bihête pejirandin. Balyozxana nuî ya Emerîka li Iraqê dê bîte mezintirîn balyozxane li cîhanê.