Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestêt Hevalbenda li Iraqê û rêberêt xwecihî li bajêrê Feluce ji çekdaran dixazin çekêt giran teslîm bikin - 2004-04-20


Karbidestêt Hevalbendîya bi rêberiya Emerîka li Iraqê û rêberêt xwecihî li bajêrê Feluce ji çekdaran dixazin çekêt giran teslîm bikin û vegerînineve beramberî hindê ku hêzêt Emerîkî çi hêrişêt dî nekene serwan. Roja duşembî peyvdarekê hêzêt hevalbenda got hêzêt Emerîkî hêrişêt xwe li Feluce dest pênaketeve heke xelkê bajêrî çekêt neqanunî teslîm biken û qayil bun pişikdariyê di nobedariyê da biken digel hêzêt hevalbenda û hêzêt Iraqî û got hêzêt Emerîkî dê rêkê den bo dabeş kirina xarinê û dermana û xizmetêt nujdariyê li bajêrî. Bi alîyekê dîve li başûrî hêzêt hevalbenda di berdewamin li ser dur girtina bajêrê Necef ku şerkerêt melayê Şî'e yê tund rê muqteda el-Sedir di nav bajêrî dane.

XS
SM
MD
LG