Lînkên eksesibilîtî

Li encama hejmareka peqînkaryan li nav û dervey başûra bajêrê Besre ya Iraqê bi kêmî 65 kes hatine kuştin - 2004-04-21


karbidestêt Iraqî radgehînin di encama hejmareka peqînkaryan iro çarşembî li nav û dervey başûra bajêrê Besre bi kêmî 65 kes hatine kuştin, di nav wan da hindek zarok jibun. Herwesa radgehînin ku hejmareka berçavjî li encama hêrşên sipêdêda biryndar bune. Bi kêmîve sê bingehêt polîsan li Besre bune armanca çendîn hêrişan. Peqîn karîyeka dî li akadîmiya polîsa nêzîkî bajarê Zubeyr qewimî. Heman wext li bajêrê feluce bingehekê hêzêt merînz yêt Emerîkî ketine ber hêrişa xirapkaran herçende ku huşdarîyeka agirbestê hatibû ragehandin beramberî ji çek damalîna çekdaran. Bi alîyekê dinve Wezareta Derve ya Danîmark ragehand ku terê kardarekê Danîmarkî ku ewey heftya borîve li Iraqê hatibû revandin hate vedîtin.

XS
SM
MD
LG