Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dengder li Hindistanê li roja pênçşembî dê qesta binghêt dengdanê ken bo dest pêkirina gera dûê ya helbijartinên perlemanî. - 2004-04-21


Li Hindistanê, dengder subahî roja pênçşembî qesta binghêt dengdanê diken bo dest pêkirina gera dûê ya helbijartinên perlemanî. Piştî bi dumahî hatina gera yêkê ya dengdanê duhî sêşembî pêşbînî hatibû kirin ku hevalbendiya desthelatdar ya serok wezîr Atal Bihari Vajpayee her dê li ser desthelatê mînit. Siyaset medarêt bilindêt welatî iro çarşembî kom bunêt stratîjî rêxistin. Herwesa Rêzdar Vajpayee pêdaçonek ligel endamêt partiya xwe Bharatiya Janata li bajêrê Delhi rêxist. Hejî gotinêye, karbidestêt partîya rikeber ya kongrisêjî li navdartirîn bajêrê Hindistanê kombun kirin. Dengdana nedyar dê li 10 heyva 5 bi dumahî hêt û li 13 wê mehê encamêt dawîyê dê derkevin.

XS
SM
MD
LG