Lînkên eksesibilîtî

Serokê Banqa Navendiya Emerîka dibêjit çêdibit pêtivî bi zêdekirina pileya fayda ser deyna hebit bo kontrol kirina giraniyê. - 2004-04-22


Serokê Banqa Navendiya Emerîka Alan Greenspan got jiberku rewşa abûrî ya Emerîka ya gelek baş dibit, çêdibit pêtivî bi zêdekirina pileya fayda ser deyna hebit bo kontrol kirina giraniyê.

Li demê kombuna wî bo cara dûê li Kongirêsî, rêzdar Greenspan got pileya fayda li ser deyna bo demekê kurt ku ji aliyê banqa navendî dihête kontrol kirin divêt bilind bibit jiberî ku giranî hêş zêdetir dibit.

Fayda li ser deyna gehîştiye nizimtirîn pile di 47 salêt borî da. Cara dumahiyê ku pileya fayda li ser deyna bilind buye, meha 7 ya sala 2000 ê bû, çend heyveka berî rewşa abûrî dest pêkirî berev rakeftinê biçit.

Li heman demê rêzdar Greenspan bo Kongirêsî axiftî, abûrîzan Raghuram Rajan ku Serokê Sinduqa Diraviya Navneteweyîye got abûriya cîhanê de tenahtir bit heke banqa navendiya Emerîka pileya fayda li ser deyna bilind kir.

Di axiftinêt xwe da bo Kongirêsî, rêzdar Greenspan qayil nebû bêjit ka dê kengî pileya fayda li ser deyna bilind bit yan dê çend bilind bit. Lê, hindek abûrîzan webawer dikin ku dê pileya fayda li ser deyna li meha 7 ya vê salê bilind bit.

XS
SM
MD
LG