Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serbazên Israelê 3 milîtan ji komela Şuheda Eleqsa li Kenara Rojava kuştin - 2004-04-22


Serbazên Israelê 3 milîtan ji komela Şuheda Eleqsa li Kenara Rojava kuştin li demê bi serda girtineka sipêdeya irê pênçşembî li bajarê Tol Kerem. Li bajarê Ramelah, pitir ji deh endamên milîtanên Eleqsa ji bingehê rêberê Felestînî Yasir Erefat derkeftin. Wan got ew derkeftin heta ku Israel hêrişê neket ser bingehê bo girtina wan. Her li vî demî û li Kerta Xezze jêderên dezgehên saxlemiya Felestînî dibêjin serbazên Israelî iro pênçşembî teqe li nugehekê kir û kuşt li roja sêyê ya kiryarên leşkirî li herêmê. Leşkirê Israelê herwesa çend avahî heraftin û dibêjin ew ji aliyê milîtananve dihatine bikar înan bo havêtine muşekan dijî Israelê.

XS
SM
MD
LG