Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi sedan morînên dî yên Emerîkî yên nêzîkî bajêrê Feluce dibin - 2004-04-22


Bi sedan morînên dî yên Emerîkî yên nêzîkî bajêrê Feluce dibin ku li wêrê 1200 li wan careka dî keftîne ber hêrişên nuî yên şerkeran li ser wê rêkeftinê ra ku li duî wê rêkeftinê biryarbû beramberî bi domahî înana wê berêk rawistanê bi aştî milîtan çekên xwe bidene dest.

Jeniral Mark Kimmit got: " Heke ew wê rêkeftinê bicih nehînin, em neçarîn bijarên dî bêxîne berçav." Jeniralê leşkirê Emerîkî Mark Kimmit gote peyamhinêran, heta nuha milîtana tiştekê bêxêr ji çekên jeng girtî yanjî yên ku bikar nehên dayne dest.

Jeniral Mark Kimmit got: " teslîm kirina çekên wesa nîşana hindêye ku milîtan bo aştiyê micid nînin. Em jiwan dixazîn çekên giran bidene dest ku dijî xelkê û hêzên hevalbendiyê li Feluce bikar înabûn."

Li dervey bajêrê Feluce, jenralê bilind yê Morîna gote peyamhinêran, şerkera bi tinê çend roj hene berî morîn hêrişê bikeneve ser wê asingeha Suniyan ku li wêrê li duî gotina raportan, vê mehê di şerî da bi sedan akincî yên bajêrî û nêzîkî 40 morîna hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG