Lînkên eksesibilîtî

Li encama dawîtrîn kiryarên tond û tîjîyê li Iraqê bi kêmî 30 kes hatine kûştin - 2004-04-24


Li encama dawîtrîn kiryarên tond û tîjîyê li Iraqê bi kêmî 30 kes hatine kûştin û bi deyan kes birîndar bîn. Li bajêrê Sedir li rexê Bexda, dîtivan dibêjin bi kêmî mûşekek kefte bazarekê wî bajêrî û li encam 13 kes hatine kûştin û 30 kes birîndar bîn. Li bakora Bexda 5 serbazên Emirîkî hatine kûştin û şeş serbazên din birîndar bîn demê dû muşek keftine bingehê leşkirî li Tacî. Li bajêrê Kerbela û li demê lêkdanekê nêvbera serbazên Polonî û xirapkarên Iraqî 5 xirapkar hatine kûştin. Hevdem li Tikrîtê û li encama hêrişeka xûkujî 4 kes hatine kûştin.

XS
SM
MD
LG