Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sergutar: Surya Azadiya Siyasy Dixaze - 2004-04-25


Xelkê li seranserê rojhelata naverast rîformên siyasî divên. Eve li Iraqê ruhin û eşkere dibe cihê ku jimareka mezina xelkê li bajaran kom dibin da hindek biryara biden li ser karubarên xwe yên sivîl. Û pêngavên baş berev dymukrasiyetê li demekê nêzîk çê dibin li demê ku hevalbendiya birêveberiya Emerîka amadekariyan dike jibo vegerandina serweriya Iraqê li 30 meha 6 xizîranê.

Konfiransa binavê Pirsa Rîforman li Welatên Erebî li bajarê Eskenderiye ya Misrê nîşaneka dîye jibo werarbûna dîmukrasiyetê. Di daxuyaniya konfiransa Eskinderiyeda, rêberên komelên medenî ji jimareka welatên Erebî dibêjin rîform gelek giringin û pêtiviyeka bileze.

Her welatekê Erebî daxuyanî dibêjin divêt civateka desturî ya helbijartî damezrîne û sîstema serbixwe ya dadwerîyê hebe, desturê xwe hebe, zêdebarî partiyên siyasî bi aydolojiyên jêk cuda. Tevî ku li Surya li jêr hukmê dirêj demê dîktatoryeta partiya Be'sa soşyalist xelik karî jibo guhorîn û rîforman dikin, bi hezaran hevwelatiyên surî daxwaznameyek mor kir bo nehêlana qanuna rewşa tengaviya li Surya.

Ewey sala 1963 ew qanun hatiye danan wek bihane bo inkar kirina mafên binaxeyên xelkê Surya. Li 8 î meha 3 adarê salgera 41 î ya rewşa tengaviya li Surya, girupek Surî xwenîşandaneka li dîmeşqa paytext rêkxist ku kêm cara ew rengê xwe nîşandana çê bûye.

Polîsan ew rêveçon jêk belav kir û bo demekê kurt çend ji xwenşandera girtin. Belê xelkê surî yê rîform xwaz dibêjit şiyana pêk înana xwenîşandanekê weka serkeftinê tête hejmartin.

Eksem Ne'îse zindaniyekê siyasî yê berêye serokatiya komisyonekê dike jibo berevanî kirin ji dymukrasiyet û azadiyê û mafên mirovan li Surya, wî gote ajansa Associated Press weka bizavkar me şiya peyamekê ruhin bideyn cadeya Surya û raya giştî ya cîhanê ku em micidîn li ser daxwaziyên xwe.

Çi demekê nêzîk, çi demekê direng hîvî û umêdên me dê cê bicê bin. çend roja piştî ev têbînî dayin, hat ragehandin ku bizavkarê dymukrat xwazê Surî Eksem Ne'îse careka dî hate zindan kirin.

Serok George W. Bush got xelkê seranserî rojhelata naverast mafê hindê heye tena û parastî bin, azad û serferaz bin. Serok Bush dibêje: "xizmeta vê armancê di berjewendiya wê herêmê daye, di berjewendiya Emerîka û tevaya welatên azadîxwaz daye."

Dema ku rojhelata naverast bibe cihê geşekirina azadiyê, serok Bush got jyana milyonên xelkê li wê herêmê dê baştir be û tevaya cîhanê dê pitir tena û bi selamet be.

Ev sergutare bîr û boçunên hikumeta Welatên Yêkgirtî yên Emerîkane.

Heke te bivêt guh bideye vê sergutarê, ev fayela dengî li ser vî perî klîk bike.

XS
SM
MD
LG