Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Segutar: Vegerandina Serweriyê bo Iraqê ya nêzîk dibit - 2004-04-26


Di wextekê da ku 30î meha şeş xizîranê demê vegerandina serdariya Iraqê nêzîk dibit, hindek komelên biçuk bizavê dikin dymokrasiyê aloz biken û desthelatê li hindek bajaran wer bigirin. Û li hindek ciha paşmayên rejêma berê ya Sedam Huseynî hêriş kirîne ser Iraqiyan û hêzên hevalbenda.

Û li hindek cihên dî, piştevanên Muqteda el-Sedir kû rêberekê Olî yê Şî'aye û Iran piştevaniyê lê diket, dîsan hêriş kirîne. Biryara girtinê li ser Muqteda el-Sedir heye bi tawana kuştina melayekê Şî'e yê birêz û navdar Abdul Majid al-Khoei li meha çar, sala 2003.

Sedir milîtanên xwe binavê leşkirê Mehdî bikar tînît bo daxistina xandingeha li Bexda û xwenîşandana li dijî hevalbenda. Xwenîşanderan digote xwêndkaran herineve malên xwe. Xwêndkarekê gote peyamhinêrekê "eve bîra min ji rejêma berê tîniteve, wan jî heman kiryar dikirin." Nînerekê rêberê serekî yê Şî'an li Iraqê Ayetulah Alî al-Sîstanî nerazî buna xwe dyar kir li ser kiryarên el-Sedir û ber alayî û avahiyên hikumetê.

Serok George W. Bush dibêjit hêzên hevalbenda dê dujmina peyda ken û şerê wan ken. Serok Bush got: "Li Feluce hêzên Mirînz bajêrî kontrol diken. Û li başûr hêzêt me ber sîngê milîtanên el-Sedir girtîne û kiryarên me yên rijt û tund dê berdewam bin heta ku kêşeya digel dujminên dymukrasiyê tête çareser kirin." Tund rê yên Şî'an û paşmayên rejêma berê û tîrorîstên biyanî bizavê diken bi zorî û xurtî xwe li ser gelê Iraqê danin û rêkê nedene Iraqiyan dengê xwe hebît li ser paşe roja xwe.

Serok Bush dibêjit lê dujminên azadiyê ser nakevin û serdariya Iraqê dê li 30 meha şeş vegerêteve.

Serok Bush dibêjit " veguhastin berev serdariyê dê dest pêka hikumeta nuî bît û dê reveberiya hevalbenda bi domahî hêt. Lê pêgirtina hevalbenda beramberî Iraqê dê berdewam bît û em dê berdewam harîkariya gelê Iraqî keyn bo ava kirin û geşekirina aburiya wan ku eve bideha salane rejêma diktator û parexarinê û bertîla ew abûrî têk dabû."

Serok Bush dibêjit hêzêt hevalbenda dê digel miletê Iraqê bin heta ku pêtivî pê hebît da misoger biken dîmukrasiya wan ya nuîgeh dê ya misoger û tena û serkeftî bît.

Ev sergutare bîr û boçunên hikumeta Welatên Yêkgirtî yên Emerîkane.

Heke te bivêt guh bideye vê sergutarê, ev fayela dengî li ser vî perî klîk bike.

XS
SM
MD
LG