Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yêk serbazê Emerîkî û heşt xirapkarên Iraqî hatine kuştin iro di lêkdanekê da li bajêrê Feluce - 2004-04-26


Bi kêmîve heşt xirapkarên Iraqî hatine kuştin iro di lêkdanekê da nav bera hêzên Emerîkî û hindek çekdara li bajêrê Feluce, herwesa yêk serbazê Emerîkî hate kuştin.

Herçende rawestaneka şerî heye digel xirapkarên ku bajêr dagîr kirî, Jeniralê Emerîkî Mark Kimmitt got ev lêkdane qewimîn demê xirapkaran li ser minara mizgeftekê teqe li hêzên Emerîkî kirî û got ku ew minare hatiye xirapkirin di wextê şerî da.

Li Bexda, bikêmî ve dû serbazên Emerîkî hatine kuştin û pênc jî birîndar bun bi peqînekê li ûmbareka kerestên kîmyawî demê li çekên berbend kirî digeryan. Jeniral Kimmitt got guman li xudanê ûmbarê dihate kirin ku kerestên kîmyawî didane xirapkaran.

XS
SM
MD
LG