Leşkirê Emerîkî li Iraqê dibêjin 43 xirapkar hatine kuştin di şerekê da bi şevê dijî hêzêt hevalbenda nêzîkî bajarê Necef. Peyvdareka leşkirî got firokêt AC-130 sîstemeka dijî firoka jinav bir ku xirapkaran bikar di îna. Melayê tudrê yê Şî'an Muqteda el-Sedir û çekdarêt piştevanêt wî ewey dest pêka vê mehê bajarê Necef kontrol kirye û hêzêt Emerîkî dewir û berêt bajarî girtiye. Hevalbendiya Birêveberiya Emerîka ji melayê tundrê û milîtanêt wî xastiye da xwe teslîm biken û huşdarî da ku qebul naket ev destudare berdewam bibît.