Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

ji enjama peqîna otomobêlekê li başura Baxda heşt serbaz hatine kuştin u çar jî brîndarin - 2004-04-29


leşkerê Amrîkî li Iraqê radgêhînin ji enjama peqîna otomobêlekê li başura Baxda heşt serbaz hatine kuştin u çar jî brîndarin.

Raportên pêşîn li ser peqîna otomobêlê li nêzîkî devera Mahmudîye radgêhînin ku hêriş hate kirin, piştî qumandarêt leşkirê Amrîkî ragehandin ku gehiştine rêkeftinekê bo paşvekêşana hêzêt marînzêt Amrîkî ji bajêrê Falluja.

Peyamhinêrek ku di gel hêzêt Amrîkî çuye deverê ragehand çar ji generalêt berê êt leşkerê Saddam Hussainî pêşnîyaza harîkarîyê kirine bo vegerandina tenahîya bajêrî.

Herwasa wî rojnamevanî got sebaret bi vê êkê dan u standin nav bera hêzêt heval bend berdewame bo gehiştin bi enjamekê.

Awey berî sê heftîyan çar kontraktçiyet medenîyêt Amrîkî li bajêrê Falluja hatine kuştin u herimandin, hêzêt heval bend dorman dorêt bajêrê Falluja girtine.

XS
SM
MD
LG