Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wê komisyonê divêt bizanit Seraya Sipî - 2004-04-30


Wê komisyonê divêt bizanit Seraya Sipî çi dizanî jiberî hêrişêt 11 î siptember û çewan bersiva gefêt tîrorîst daneve. Serok dibêjit wî bersiva hemî pirsyarêt wê komisyonê jê kirîn daneve.

Serok Bush dibêjit: "Ew danustandin gelek xweş bu û min gelek pê xweş bu bi wan pirsyaran."

Ew kombun ku li ofîsa Ovil ya Seraya Sipî hate girêdan pitirê 3 se'etan kêşa û rêzdar Bush ew kombun bi kombuneka giring da nasîn ku nehsê gelek babetan têda hate kirin û endamet wê komisyonê ji yêt herdû partiyan we yêk pirsyar j dikirin.

Serok Bush dibêjit: "Ez we hizir dikim ku wê kombunê harîkariya endamêt komisyonê kir li min têbigehin ka ez çewan birêveberiyê diken û çewan em bersîngê gefan digirîn."

Rêzdar Bush got ew behsê babetê wan pirsyaran naket herçende ku wî got gelek axiftin li ser hindê bu ka bi çi rengekê Emerîka dê baştir hête parastin. Wî got endamêt wê komisyonê encamêt lêvekolînêt xwe yêt wê kombunê dê bo raporta xwe ya dumahiyê bikar înin.

Ew kombuna taybet li ser hindek mercan hatibu kirin ku ji aliyê Seraya Sipîve hatibu dan û Komisyon li ser wan mercan qayil bibun. Seok û cêgirê Serokî li gelêk bun û çi ji wan sund nexwar li berahiya pirsyaran. Û ew kombun nehatibu tomar kirin. Axiftinêt wê kombunê tinê pê destî hatibune nivêsîn ji aliyê endamêt komisyonê û endamêt seraya sipîve. Li seraya sipî, piştî se'etek û nîvan piştî ku komisyonê çoyneve, Serok Bush we hizir kir ku ew kombun ya serkeftî bû. û wî got hemî pirsyarêt ji rêzdar [Cêgirê wî]Cheney hatine kirin bersiva wan hatine dan.

Serok Bush dibêjit: "û ez we hizir dikim bo wan giring bu bizanin ka em bi çi rengekê li gelêk karî dikîn û hun dizanin ku endamêt wê komisyonê dê paşê ligelêk axivin û dê piştî hingî bêjine we ka ew kombun ya baş bu. Ez we hizir dikim ku wana ew bawer ya heye ku ya başbu."

Piştî hingî di belavokeka wê komisyonê da, endamêt wê gotin wana serok û cêgirê serokî bi harykar û vekirî dîtin.

Her 5 endamêt komarî u 5 endamêt dymokrat yêt wê komisyonê gotin ew zanyarîyêt ji serokî û ji cêgirê wî gehîşte wan di wê kombunê da, dê harîkariyeka baş bit li demê ku ew raporta xwe ya dumahiyê amade dikin ya ku li dumahiya heyva 7 divêt temam bîbit li demê ku helbijartinêt serokatiyê yêt li qonaxeka giring da.

XS
SM
MD
LG