Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsê Turkiya 25 kes ku guman heye milîtanên Islamî bin girtine - 2004-05-03


Polîsê Turkiya 25 kes girtine ku guman heye milîtanên Islamîne ku we bawer dihête kirin pilana hêrişeka bi bombê didanan li kombuna bilind ya NATO li meha bihêt li Istanbûl. Polîs dibêjit 16 ji wan guman lêkirîyan hatine deste ser kirin li roja pençşembî li devera Burse li bakûra rojava. Dihête ragehandin ku hindek çek û kelupel ku têne bikar înan bo dirust kirina bomban bi wan hatine vedîtine. Ajansa dengubasên Anadoliya ya Turkiya iro duşembî radgehand ku hêrişên li duî yêk li Istanbul bûn egera deste ser kirina 9 jiwan guman lêkiriya. We çaverê dihête kirin ku pitirî 12 rêberên cîhanê, ku yêk ji wan Serok Bush e, pişkdariyê di wê kombuna Nato da biken.

XS
SM
MD
LG