Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Axiftinên Serok George W. Bush li telefizyona al-Hurre - 2004-05-05


Peyamhinêrê telefizyona Al-Hurre supasya Serok Bush kir jibo delîveya hevpeyvînê û yekem pirsyar ew bû ku belge û nîşan li ser eşkence dana zîndanîyên Iraqê ji alîyê karmendên leşkirê Emerîkîve ew hest li cem gelek Iraqyan û xelkê rojhelata naverast û cîhana Erebî peyda kirye ku Emerîka ne baştire ji rejêma Sedam Husênî û bi taybet dema ew çend li zîndana Abu-Xirêb dibe sebula eşkencedana Iraqîyan li jêr hukmê Sedam Husên. Divêt Emerîka Çi bike heta xwe jivê pirsê derbêxe?

Serokî got: " Li pêşiyê divêt xelkê Iraqê têbigehit ku min ev wêne weka karekê nehez û kirêt dîtin. Û her wesa divêt têbigehin ya li wê zîndanê qewimî ne rengdana Emerîkaye. Emerîka ya ez nas dikim wefadare û bawerî bi azadîyê heye. Emerîka ya ez dinasim pîtê didet her kesekê. Emerîka ya ez dinasim serbaz hinartine Iraqê bo pêk înana azadîyê, başîyê bikin, rêzê li hevwelatya bigirin û her roj alîkarîya Iraqyan bikin."

Heke te bivê guh bideye dirêjiya vê raportê, ev fayela dengî li ser vî perî klîk bike.

XS
SM
MD
LG