Lînkên eksesibilîtî

Desthelata Birêveberiya Emerîka li Iraqê Wezareta Jêderên Avê da destê Iraqiyan - 2004-05-10


Desthelata Birêveberiya Emerîka li Iraqê Wezareta Jêderên Avê da destê Iraqiyan weku pêngavekê bo vegûhastina desthelatê bo hikumeteka berwext li 30 meha şeş. Di ruî û resmên teslîm kirina wezaretêda li Bexda, birêveberê Emerîkî Paul Bremer got ev teslîm kirine pêngaveka dîye berev vegerandina serdariya dirust bo Iraqê. Û got wezaret dê bi hizran cokên avdanê ku hatîne girtin û aziqîn pak ket ku pêtivîne bo vegerandina komavên li başûra Iraqê anku Ehwara, ku bi fermana Sedam Husênî hatibune hişik û ziha kirin. Rêzdar Bremer got gelek ji çandinê li Iraqê ku %20 ji aburiya welatîye bê cokêt avdanê dê hişk bin. rêzdar Bremer got navbera 30 heta 40 ji sedê ji komavêt Ehwar tejî av buyneve ewey par û got ku Erebên Ehwara dest bi vegeryanê kirye bo jiyana xwe ya berê.

XS
SM
MD
LG