Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serbazên Emerîkî şer digel alîgirên melayê tûndrê Muqteda El-Sedir kir li bajarê Kerbela ya pîroz - 2004-05-12


Serbazên Emerîkî şer digel alîgirên melayê tundrê Muqteda El-Sedir kir iro çarşembî li bajarê Kerbela ya pîroz.

Şer direngiya duhî sêşembî dest pêkir heta irojî berdewam bû li nêzîk navenda leşkirê El-Mehdî. Tete ragehandin ew serbazên Emerîkî sipêdeya iro çarşembî keftin bajarê Muqteda El-Sedir ku ji aliyê Emerîkave tête xwestin jiber kuştina oldarekê piştevanê Emerîka berî salekê.

Leşkirê El-Mehdî şer dijî hêzên hevalbenda dest pêkirye li çend bajarên başûra Iraqê jiwana Kerbela, Necef û Kufe.

Iro çarşembî wî melayê tundrê konfiranseka rojnamevanî li Necef saz kir. Wî rijdî li berdewamiya şerê dijî hêzên hevalbenda kir.

Wî gotjî leşkirê El-Mehdî amadeye jibo her bersîng girtinê û zêde buna pêla şerî.

Elsedir got ew dê leşkirê xwe jinav bibe eger rêberên Şî'e ew daxwaz jê kir.

Heke te bivêt guh bideye dirêjiya vê raportê, ev fayela dengî li ser vî perî klîk bike.

XS
SM
MD
LG